Sabri Yıldırım
19 Hezîran 2023•Rojanekirin: 23 Hezîran 2023
MÛŞ (AA) - Li Haskoya navçeya Mûşê şivan gamêşên xwe yên ji germê aciz dibin di çem da dişon ku ew hênik bibin.
Li gundê Karakutukê ya li ser navçeyê, şivanên heywanên xwe li mêrgê diçêrînin dema dibînin ku germ zêde dibe heywanan tînin Çemê Karasuyê.
Şivan qasî 2 saetan gamêşan dixin avê ku ew hênik bin û paşê dîsa dibin diçêrînin.
Şivan Îsmaîl Tayova got gamêş li ber germê nikarin li ber xwe bidin û wiha axivî: "Ew qasî 2 saetan di avê da dimînin. Em jî wê demê nanê xwe dixwin û çaya xwe vedixwin. Piştî ku gamêş hênik dibin em dîsa dibin li mêrgê û wan diçêrînin. Dema dibe êvar ez wan dibim malê. Dema gamêş di avê da hênik dibin şîrê wan zêdetir dibe. Ji ber ku di avê da paqij dibin, dotina wan jî hêsan dibe."