Şener Toktaş
17 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2025
Dibistanên navenda Bidlîsê û yên gundên ser navçeya Norşînê û dibistanên ku xwendekarên wan bi wesayîtan diçinê û tên, ji ber ketina berfê û cemedê rojek navber dan perwerdeyê.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, li gor daneyên ku ji Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê hatin hildan, li bajêr ketina berfê tê payîn.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku serê sibehê ji ber rîska cemedê û ewlehiya xwendekar û welatiyan îro dibistanên navenda Bidlîsê û yên gundên ser navçeya Norşînê û dibistanên ku xwendekarên wan bi wesayîtan diçinê û tên, rojekî hatin tetîlkirin.