Li Sariqamîşa navçeya Qersê, cûcika teşîlokê ya bi birîndarî hat dîtin, ji bo dermankirinê radestî Navenda Rizgarkirin û Rehabîlîtasyona Jiyana Kovî ya Zanîngeha Kafkasê kirin.
Erol Gokê peywirdarê ewlekariyê yê Baxçeyê Gel ê Harun Hayalî yê li Taxa Înonuyê çav bi cûcika teşîlokê ket ku nikare bifire.
Gok li ser vê yekê agahî da Şeftiya Parqên Neteweyî ya Çiyayên Allahuekbera Sariqamîşê ya ser bi Midûriyeta Şaxa Parastina Siruştê û Parqên Neteweyî.
Ekîban teşîlok wergirt û tesbît kir ku cûcik ji baskê xwe yê rastê birîndar e.
Ji bo ku tedawiya wê bê kirin, ekîban çivîk şand Navenda Rizgarkirin û Rehabîlîtasyona Jiyana Kovî ya Zanîngeha Kafkasê.
Hat diyarkirin, piştî ku qenc bû dê çivîkê li heman deverê cardin berdin nav siruştê.