Hüseyin Demirci
05 Hezîran 2026•Rojanekirin: 05 Hezîran 2026
Ji aliyekî va çiyayên ku lûtkeyên wan bi berf in û ji aliyekê va kulîlkên di nava daristanên çamên zer da dibişkivin, bedewiyên siruştê li ber çavan radixin.
Piştî barana ku 10 rojan navber bi navber bariya, gulnixûnên devzerk bişkivîn.
Gulnixûnên devzerk ên ku li devera Suludureyê ya ku raqima wê 2 hezar û 500 e û bi qasî 10 kîlometroyan dûrî navenda navçeyê ye, bala siruşthez û wênehezan dikişîne.
Wênekêşê amator Mehmet Boztoprak ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku piştî demsala zivistanê ya ku çêtin derbas bû, êdî siruşt bi xwe va tê.
Boztoprak destnîşan kir ku Sariqamîş xwedî siruşteke bêhempa ye û got, "Siruşta Sariqamîşê pir bedew e û her cûre giya lê hene. Her kes dikare serdana wê bike û bibîne. Gulnixûnên devzerk nebatên endemîk in, ew li herêma Suludereyê şîn dibin, em bi hevalên xwe ra hatin vir û em wêneyan dikişînin."