Muhammed Onur Yavrutürk
22 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2024
Li Dogubayazita (Bazîd) navçeya Agiriyê Qesra Îshaq Paşa ku li Anadoluyê di nava berhemên herî bijarte da cih digire, dawiya hefteyê mazûvaniya ziyaretvanan dike.
Qesra ku dikeve başûrê navçeyê di Dewra Laleyê da li ser girekî ku dişibe hêlîna eyloyê hatiye çêkirin û der û dora wê çiyayên bilind hene.
Qesir di Lîsteya Berwext a Mîrateya Dinyayê ya UNESCOyê da ye. Di kampusa qesrê da mizgeft, ode, sûr, tirbe, hewşên hundir û derva, dîwan û salonên haremê hene.
Di hemû demsalên salê da qesir xalî namîne û ji aliyê ziyaretvanên xwecî û biyanî va tê ziyaretkirin. Qesir dawiya hefteyê jî tije bû.
Ziyaretvan digel qesrê, tirba Ehemdê Xanî, Keleha Ûrartuyan, Muzeya Ehmedê Xanî û Mizgefta Bayezîdê ya Kevin jî ziyaret dikin û wextê xwe derbas dikin.
Bekir Çamdere ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew ji Konyayê bi hevalên xwe ra hat ziyareta Qesra Îshaq Paşa.
Çamdere diyar kir, ew piştî Wanê derbasî Agiriyê bûn û wiha dewam kir, "Ez ji gerê pir hez dikim, îro ji bo ku li Agiriyê cihên dîrokî bibînin, em hatin Qesra Îshaq Paşa. Nêzî 2 saetan e em digerin, ev der pir xweş e."