İbrahim Atmaca
11 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê germa hewayê li gor demsalê wê 3 û 5 pile zêde be.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat hildan, tê payîn ku li giştiyê herêmê hewa wê ewrsayî û û sayî derbas bibe.
Li gor texmînê germa hewayê wê li gor demsalê 3 û 5 pile zêde be, ji hêla bakur û rojhilat va car caran wê ba were.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Qersê 15, li Erdexanê 13, li Agiriyê 18, li Erziromê 16, li Erzincanê 19, li Îdirê 23 û li Tunceliyê 21 pile hat pîvan.
Germa hewayê ya herî zêde a bi roj jî wê li Îdir û Tunceliyê 40, li Erzincanê 39, li Agiriyê 37, li Erzirom û Qersê 33 û li Erdexanê jî 32 pile tê payîn.
Rayedaran daxuyand ji ber ku germahiya hewayê wê li gor demsalê zêde be divê kal û pîr, zarok, nexweş û jinên ducanî di navbera saet 11.00 û 16.00an de dernekevin derva.