Türkan Tosun
08 Gulan 2018•Rojanekirin: 09 Gulan 2018
ERZURUM
Li herêma Rojhilatê Anadoluyê baran wê bibare û birûsk çêbibe.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, barana ku ev demeke li herêmê dibare wê dewam bike, hewa wê pir ewrabî be.
Li herêmê barana gur wê car caran bibare, li Erziromê jî danê nîvroyê wê dest pê bike.
Li herêmê germahî wê li gor demsalê be, hin caran jî ji hêla bakurê rojavayê va wê ba bê.
Germahiya herî kêm a bi şev li Erziromê 4 pile, li Qers, Agirî û Tunceliyê 8 pile, li Erdêxan û Erzinganê 9 pile, li Îdirê jî 14 pile hat pîvan.
Germahiya herî zêde a bi roj jî li Îdir û Erzinganê 23 pile, li Tunceliyê 22 pile, li Erdêxanê 18 pile, li Agiriyê 16 pile, li Qersê 15 pile, li Erziromê jî wê 14 pile be.
Ji bo lehî, zîpik, birûsk û baranê hişyarî hat dayîn ku li Erzirom û Îdirê welatî bila baldar bin.