Yılmaz Kazandıoğlu
08 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2021
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê seba Mûş, Bidlîs û Hekariyê hişyariya barana gur hat dayîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14em a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrayî be, piştî nîvro li Mûş, Bidlîs û Hekariyê şilope û li deverên bilind berf wê bibare.
Li gor texmînê li herêmê germa hewayê wê li gor şert û mercên demsalê be.
Li herêmê germa hewayê ya herî zêde li Wanê 11, li Hekariyê 9, li Bidlîsê 8, li Mûşê 4 pile tê payîn.
Ji bo lehiyê hişyarî hat dayîn ku welatî di çûyîn û hatinê da baldar bin.