Türkan Tosun
17 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2021
Hat ragihandin li Herêma Rojhilatê Anadoluyê şilope û berf dê bibare.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa wê pir ewrayî be, demdemî baranê bibare û hin caran jî berf û baran bi hevra wek şilope wê bibare.
Li herêmê germahî wê li gor demsalê be ji hêla başûr va car caran bayekî nerm û hin caran jî wê bayekî nîveqewî bê.
Ji ber qeşa, hişkî, mij û dûmanê hişyarî hat dayîn ku welatî û rayedar bitevdîr û baldar bin.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Erziromê pileyek, li Erzincanê 3 pile, li Agiriyê di binê sifirê da 8 pile, li Qersê di binê sifirê da 6 pile, li Îdirê di binê sifirê da 3 pile û li Erdexanê di binê sifirê da pileyek hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Îdirê 7, li Erdexanê 3, li Erziromê 2, li Erzinganê 0, li Qersê di binê sifirê da 2 pile, li Agiriyê di binê sifirê da 3 pile tê payîn.
Li navendên kaşûnê qalindahiya berfê li Palandokenê 66, li Sariqamîşê 51û li Konakliyê 34 santêm hat pîvan.
Ji bo cihên bilind û berpal ji ber talûkeya şepeyê jî hişyarî hat dayîn.