Cuma Sarı
31 Gulan 2023•Rojanekirin: 01 Hezîran 2023
Li Sêwereka navçeya Şanliurfayê zîpika ku bariya zirar da zevî, wesayît, ban û pergalên vejena rojê.
Zîpika barî li hin taxên çiyayî yên navçeyê zêdetir bi tesîr bû û hinek zîpik bi qasî gûzan mezin bûn. Ji ber zîpikan gom, tewle, stargeh, pergalên vejena tavê û wesayîtan zirar dît.
Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Navçeya Sêwerekê daxuyand ku li gor tespîtên ewil 12 taxên çiyayî yên navçeyê zirar dîtin.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Li gor tespîtên ewil bi qasî 12 hezar donim zeviyî zirar dît. Li vê qada ku genim, ceh, nok, nîsk, gulberojk, bostanên sewzeyan û baxçeyên fêkiyan hebûn zirar dîtin. Ji bo tespîtkirina zirar û ziyanê ekîbên me xebatên xwe didomînin."