07 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2015
KARS
Ekîbên Midûriyeta Karûbarên Mêşe ya Sarîqamîşê ji ber ku zivistan tê, dest pê kirin ji bo çivîkan hêlîna darda dikin.
Şefê Herêma Navendê ya Midûriyeta Karûbarên Mêşe ya Sarîqamîşê Halîl Çingil daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo parastina jiyana beyanî û avakirina daristanan xebatên wiha zehf girîng in.
Çingil got ji bo çivîkên ku kurm û bihokan dixwin di mêşe da jiyana xwe bidomînin û hejmara wan kêm nebe hêlînên ku ji daran çêkirine di darên mêşe da darda dikin û wiha pê da çû:
"Sarîqamîş zivistanê zehf sar e, ji bo ku civîk li derva nemînin em ji nika va amadehiyên xwe dikin û hêlînan di daran da dikin. Em bi vê xebatê hêjmara van civîkan zêde dikin ku bira kurm û bihokên ku zirarê didin daran zêde nebin. Em hêlînekê datînin 10 dolim erdî. Mêşeyê Sarîqamîşê bi destê 5 şeftiyan tê kontrolkirin. Ji her şeftiyê ra 200 hêlîn hatin dayîn. Di asta ewil da hezar hêlînê bên dardakirin. Paşê hezar hêlînên din jî yê bên dardakirin."