Sıraç Karadeniz
13 Tebax 2024•Rojanekirin: 17 Tebax 2024
HAKKARİ (AA) - Li Şemdînliya navçeya Hekariyê ji bo zarokan şahiya besteniyê hat lidarxistin.
Fahîr Geylaniyê ku li navçeyê weke mamostetiya Perwerdeya Bedenê wezîfedar e, her hefte li gundekî cihê çalakiyê li dar dixe.
Geylaniyê ku bi piştevaniya hevalên xwe vê hefteyê serdana gundê Çatalcayê kir, ji bo zarokan çalakî li dar xist û bestenî li wan leva kir.
Geylanî destnîşan kir ku ew ji bo kêfxweşkirina zarokan çalakiyan li dar dixe û anî ziman ku ew di çalakiyan da hewl dide ku hemî zarokên li gund ji vê çalakiyê sûdmend bin.
Geylanî got, "Piçekî jî bextewar bin, ew îsbata wê yekê ye ku em çi karekî baş dikin. Derfetên me kêm in. Em ji hemû kesên xêrxwaz hêvîdarê alîkariyê ne."