Türkan Tosun, Haydar Şahin
18 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2017
ÎSTANBUL
Li giştiyê Stenbolê baraneke gur barî, di hatin û çûyînê de zehmetî çêbû.

Serê sibê ji ber ku baraneke gur barî li ser rêyan golên avê çêbûn. Ji ber vê şofêran bi zehmetî wesayîtên xwe ajotin.
Ji ber baraê di çûyîn û hatina wesayîtên behrê û rêhesinê da jî tengasî derdikevin.

Li gor agahiyên hatin sitandin, ji ber barana bi şev dest pê kir, di trafîkê da tengasî derketin.
Ji ber şiliyê seferê Xeta Tramvaya Kabataş-Baxcilarê hatin rawestandin. Xeta metroyê jî di navbera îstasyonên Otogar-Kîrazlî û Bakirkoy-Balafirgeya Ataturkê da dixebite.

Wek mayîn seferên Otobêsa Behrê ya Stenbolê (ÎDO) jî hin seferên xwe yên di navbera Bostanci,Yenîkapi, Girava Marmarayê û Girava Avşayê de betal kir.
ÎDOyê seferên xwe yên Yênîkapi-Bandirmayê ya saet 13.00an, Avşa-Marmara/Yênîkapi-Bastanciyê ya saet 14.00an, Avşa-Marmara/Yênîkapi-Bostanciyê ya saet 15.00an betal kir.

Jiyana welatiyan ji ber baranê zehmet bû, xwe avêtin rawestgehên otobêsan û devê deriyê avahiyan.
Hin dar û dîrek jî ji ber baran û bayê welgeriyan.
Serokê Rêvebiriya Serokatiya Rewşa Acil û Afadê (AFAD) Mehmet Halîs Bîlden der barê barana gur a li stenbolê ket da got ku li gorî agahiyên ewil mirî tûne ne.

Bîlden li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got: "Piştî ku baranê dest pêkir, ekîbên me yên AFADê dest bi xebatê kirin û hê jî li ser wezîfeya xwe ne. Hemû xebatkar li qadan xebatên lêgerîn û xelaskirinê didomînin. Şikir ji Xwedê re li gorî agahiyên ewil mirî tune ne."
Bîlden got ku welatî heta dikarin bila bi wesayîtên xwe dernekevin trafîqê.