Fecri Barlık
13 Hezîran 2026•Rojanekirin: 13 Hezîran 2026
SÎÎRT (AA) - Li Sêrtê li Parka Neteweyî ya Dola Botanê çalakiya paqijkirina jîngehê hat lidarxistin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, Walî Kemal Kizilkaya, Parlementerê AK Partiyê yê Sêrtê Mervan Gul digel hinek rêveberên saziyan û siruşthezan, li Parka Neteweyî ya Dola Botanê beşdarî çalakiya paqijkirina jîngehê ya ku bi hemahengiya Rêveberiya Şaxê ya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî, hat lidarxistin, bûn.
Kizilkayayê ku di daxuyaniyê da cih bo gotinên wî hat dayin destnîşan kir ku parastina jîngehê ne tenê berpirsiyariya saziyên giştî ye, belkî berpirsiyariya hemû beşên civakê ye.
Kizilkaya diyar kir ku Dola Botanê yek ji dewlemendiyên siruştî yên herî giring ên Sêrtê ye û wiha got:
"Dola Botanê yek ji mîrateyên siruştî yên herî hêja yên parêzgeha me û welatê me ye. Parastina vê bedewiya bêhempa û veguhestina wê ji nifşên siberojê ra berpirsiyariya me ya hevpar e. Parastina siruşta me tê wateya parastina siberoja me. Ji bo ku em ji nifşên siberojê ra jîngeheke paqijtir û guncawtir bihêlin, divê em jîngeha xwe paqij bihêlin û bi hev ra çavkaniyên xwe yên siruştî biparêzin. Em ji hemû welatiyên xwe hêvî dikin ku bêtir hişyar bin li ser jîngehê, dev ji avêtina bermayiyên xwe ber bi siruştê va berdin û bi hişmendiya parastina jîngeha xwe tevbigerin."