Necat Hazar
22 Mijdar 2021•Rojanekirin: 23 Mijdar 2021
Li Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê mij tê payîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14em a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî be, serê sibê û bişev cî bi cî mij û xumam çêbe.
Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê be.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Mûşê 11, li Wan û Hekariyê 10, li Bidlîsê 8 pile tê texmînkirin.