Abdullah Tel
12 Adar 2021•Rojanekirin: 13 Adar 2021
Li Wan, Mûş û Bidlîsê ji ber berf û pûkê rêyên 181 deverî girtî ne.
Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da hat gotin ku li bajêr ji ber berf û pûkê rêya 33 deveran girtî ne û bo vekirina wan û paqijkirina berfa ser rê û peyarêyên li navendê ekîbên wan dixebitin.
- Mûş/Bidlîs
Navenda bajêr bi berfa ku serê sibehê lê kir va çîl spî bû.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr a Mûşê Şeyhmus Yentur diyar kir ku li seranserê bajêr ji ber berf û pûkê rêya 134 gundan ji çûn û hatinê ra girtî ne.
Yentur destnîşan kir ku ji bo vekirina rêyan wan dest bi xebatê kir û li gor rewşên acîl jî ekîbek amade sekiniye.
Ji welatiyan Mehmet Akîf Kopru jî destnîşan kir ku çavê wan li biharê bû lê bi barîna berfê va dibêjin qey zivistan paşve hatiye.
Midûrê Xizmetên Rê û Gihandina Îdareya Taybet a Bajêr a Bidlîsê Umît Kurtkan jî destnîşan kir ku ji ber berf û pûkê rêya 14 gundan girtî ne û got ku ji bo vekirina wan rêyan hewl didin.