Emre Ilıkan,Şener Toktaş,Sayim Harmancı,Sabri Yıldırım
04 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2022
Li Wan û Bidlîsê ji ber rewşa hewayê ya nebaş û berfa zêde dibare rêya 53 tax û gundan hat girtin.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin Wanê, li bajêr ji ber berfê rêya 44 gund û taxan hat girtin.
Ekîban ji duh va rêya 180 gund û taxan vekirin û hê jî dixebitin.
Ekîbên şaredariyê berfa li kolan û peyarêyan paqij dikin.
- Hekarî û Bidlîs
Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê yê Îdareya Taybet a Bajêr Umît Kurtkan daxuyand li Bidlîsê rêêya 70 gundan hatiye girtin ku ji wan rêya 61 gundan hatiye vekirin.
Kurtkan daxuyand ji bo rêya 9 gundan jî bê vekirin xebat dewam dikin.
Li Hekariyê rêya 112 cihan hat girtin, lê piştî xebatên ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr rê hatin vekirin.
Tîmên şaredariyê û rêbejayê jî li kuçe û kolanan berfê paqij dikin.
- Mûş
Li Bulanixa navçeya Mûşê ji ber sir û sermayê rûyê Bendava Alparslan-1ê hat girtin.
Zeki Onatê li bajaroka Erentepeyê dijî ji rojnamevanan ra daxuyand îsal zivistan gelekî zehmet derbas dibe û wiha dewam kir: "Bi şev germa hewayê di binê sifirê da daket 18 pileyan. Ji ber serma û qeşayê rûyê Bendava Alparslan-1ê ya qasî 3 kîlomêtro ye hat girtin."