Türkan Tosun
25 Hezîran 2019•Rojanekirin: 25 Hezîran 2019
Li Muradiyeya navçeya Wanê gurê ku wesayîtê lê xist û birîndar bû, piştî ku bê tedawîkirin rayedar wê gur berdin xwezayê.
Wesayîta ku ji Muradiyeyê ber bi Çaldiranê diçe li taxa Pireya Şeytan ji sê gurên ku derketin li ser rê li gurekî qelibî û gur birîndar bû.
Welatiyên ji rê derbas dibûn caw dan tîmên şaredariyê û polêsan.
Tîm hatin cihê qezayê û gur birin Midûriya Çand û Daristanê ya navçeyê. Beyter tespît kir ku lingekî gur keştiye.
Hat ragihandin piştî dermankirinê rayedar wê gur berdin xwezayê.