Yılmaz Kazandioğlu
07 Gulan 2026•Rojanekirin: 07 Gulan 2026
Xidireleza ku wek mizgîniya biharê tê qebûlkirin, li Wanê bi çalakiyên cuda va hat pîrozkirin.
Bi hevkariya Walîtî, Şaredariya Bajarê Mezin û Midûriyeta Çand û Turîzmê ya Bajêr li Parka Çandê ya Ataturk şahiyek hat lidarxistin.
Kesên ku hatin şahiyê beşdarî çalakiyên kevneşopî yên wekî pêşbirkên kaşkirina werîsan, ketina hundirê çewalan û hilgirtina hêkan bûn.
Gelek malbatan jî li qadê seyran kir.
Li şahiyê stran hatin gotin û govend hatin gerandin.
Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Denîz Aygenê ji nûçegihanê AAyê ra got wan di çarçoveya Şahiya Xidirelezê da çalakiyên curbecur li dar xistine.
Aygenê anî ziman ji bo zarokan jî çalakî hatin lidarxistin û wiha axivî: "Me seyraneke malbatî li dar xist. Ji bo jin û zarokên me atmosfereke pir xweş heye û em vê rêûresma kevneşopî ya Xidirelezê pêk tînin. Wekî ku em hemû dizanin, şeva ku 5ê Gulanê ji 6ê Gulanê va girê dide wekî Xidirelez tê pîrozkirin. Xidirelez cejneke biharê ye ku sembola jinûva şiyarbûna siruştê ye. Her wiha ew wekî rojeke ku Îlyas Pêxember û Xidir Pêxember li ser rûyê erdê tên bal hev jî tê hesibandin. Me jî bêyî ku em van hemûyan ji bîr bikin, çalakiyeke xweş li dar xist. Pir têr û tijî derbas dibe. Jin û zarokên me pir kêfê dikin. Ew pir kêfxweş in."