Fatma Nur Candan
19 Îlon 2026•Rojanekirin: 19 Îlon 2026
Li gorî daxuyaniya YOKê, di nivîsa ku bi îmzeya Serokê YOKê Erol Ozvar ji hemû zanîngehan ra hat şandin da, hat diyarkirin ku Tirkiye di pêvajoyeke giring a ber bi bihêzkirina aramî û ewlehiyê, yekîtî û pevgirtina neteweyî, biratî û yekbûna civakî ra derbas dibe û bal hat kişandin li ser giringiya armanca "Tirkiyeya Bêteror" ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan pêşkêş kiribû.
Di nivîsa ku tekezî li ser giringiya beşdarbûna zanîngehan a di vê pêvajoyê da hat kirin û wiha hat gotin:
"Tirkiyeya Bêteror bi beşdariya disîplînên cuda ra di aliyên civakî, aborî, hiqûqî, siyasî, çandî û ewlehiyê da ewê bibe mijar, di vê çarçoveyê da xebatên akademîk bên kirin, panel, konferans û komxebat bên lidarxistin."
Di nivîsê da her wiha tekezî hat kirin ku di merasimên vekirina sala xwendinê ya 2026-2027an a zanîngehan da û di dersên yekem da mijara armanca "Tirkiyeya Bêteror" dê bibe mijar.
Ji zanîngehan hat xwestin ku hesasiyeta pêwîst a derbarê mijarê da nîşan bidin.