Sıraç Karadeniz
12 Tebax 2026•Rojanekirin: 12 Tebax 2026
Li Şemzînana navçeya Hekariyê, hilberînerên jin li zozanan miha didoşin û pê hem piştgiriya budceya malbata xwe dikin hem jî fealiyetên heywandariya kevneşopî didomînin.
Jinên ku sibê zû tên bal hev, li zozanan pêz didoşin.
Jin şîrê ku ji pez bi dest dixin, dikin penêr, rûn û berhemên din ên şîr. Jin her wiha beşek ji van berheman ji bo hewcedariya malê bi kar tînin û beşekê jî difroşin û pê piştgiriya aboriya malê bikin.
Ji hilberîneran Aycan Baykarayê diyar kir ku ew nêzî meh û nîvekê ye li zozan in.
Baykarayê da zanîn ku ew ligel 17 jinan pêz didoşin û wiha got: "Em hem penêr, şîr û rûnê xwe hildiberînin hem jî carinan van difroşin û piştgiriya aboriya malbata xwe dikin. Tevî ku dijwar e jî em kêfxweş in."
Qeymaqamê Şemzînanê Fatih Erdogan jî li zozan çû serdana hilberînerên jin û ji bo qederekê bi wan re axivî.
Erdogan der heqê fealiyetên heywandariyê da agahî wergirt û her wiha ji ber keda wan spasiya jinan kir û di xebatên wan da ji bo wan hêsankarî xwest.