Li Îdirê germahiya hewayê digihêje 40 pileyî û li Çiyayê Agiriyê jî bihar e
Çiyayê Agiriyê ku lutkeya herî bilind a Tirkiyeyê ye, tevî ku li Îdirê germahiya havînê nêzî 40 pileyî ye, li herêmên wê yên bilind şertên biharê hene
Bülent Mavzer
05 Tebax 2026•Rojanekirin: 05 Tebax 2026
photo: Bülent Mavzer / AA
IĞDıR
Çiyayê Agiriyê ku lutkeya herî bilind a Tirkiyeyê ye, tevî ku li Îdirê germahiya havînê nêzî 40 pileyî ye, li herêmên wê yên bilind şertên biharê hene.
Li navenda bajêr termometre 35-40 pileyî nîşan didin, li zozanên Çiyayê Agiriyê yên ku nêzî 3 hezar û 500 metre bilind in, berf nû vedihele. Bi bandora cemedê va berf dereng veheliya û bi vê yekê va jî şênkahî, kulîlkên rengîn û cobarên ava cemedê, herêmên bilind ên çiyê ji nû va hêşîn kirin.
Wêne : Bülent Mavzer/AA
Ziyaretvanên ku di heman rojê da bi rêwîtiyeke çend saetan ji havînê derbasî biharê dibin, di hewaya hênik da di nava xwezayê da wextê xwe derbas dikin. Çîmenên li biniya belekiyên li berpalan, avûhewaya cuda ya Çiyayê Agiriyê radixe ber çavan.
Zozanên raqimbilind ne tenê dildarên xwezayê her wiha wan hilberîneran jî vedihewînin ku karê wan heywandarî ye. Li mêrgên bi ava belekiyan hêşîn dibin, pez û dewar diçêrin û her wiha şivan û gavan jî havîna germ li zozanên hênik derbas dikin.
Golên qeşayê, çemên ku bi xûşexûş diherikin û deştên fireh ên ku bi kulîlkan xemilîne jî ji bo wênegir û hezkiriyên werzişên siruştî, cihên sereke yên ziyaretê ne.
Ev cudahiya demsalî ya ku di nîvê havînê da li nêzî lutkeya Çiyayê Agiriyê xwe nîşan dide, ji bo kesên ku dixwazin ji kelekela germa havînê ya Îdirê dûr bikevin, hem hênikahiyê û hem jî dîmenên biharê pêşkêş dike.
Li Îdirê germahiya hewayê digihêje 40 pileyî û li Çiyayê Agiriyê jî bihar e