13 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2015
IZMIR
Li Bucaya navçeya Îzmirê di qamyonekê de 200 penaber hatin qefaltin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, li taxa Înonûyê ji qamyoneke ku plaqeya wê 59 UR 922 bû dengê merivan hat. Li ser îxbara welatiyan tîmên polêsan hatin û qamyon qontrol kirin.
Tîman qaseya qamyonê vekir û lêgerîn kir. Di encama lêgerînê de nêzî 200 penaber hatin ditîn.
Hat diyar kirin ku di nav penaberan da gelek jin, zarok û astengdar jî hene û armanca wan ew bû ku biçin Yewnanîstanê.
Polêsan ji bo girtina ajotvanê ku reviya dest bi xebatê kir.