Fatih Gazioğlu
23 Îlon 2019•Rojanekirin: 26 Îlon 2019
Mecîd Kazimê mamosteyê Iraqî keleşnîkofa xwe vegerande amûra muzîkê û peyama aştiyê da dinyayê.
Mecîd Kazim, li Bexdaya paytexta Iraqê li mektebekê mamostetiya muzîkê dike.

- "Min çek ji wezîfeya kuştinê derxist û kir amûreke aştiyê"
Mecîd Kazim daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji ber bûyerên şîdetê û kuştina merivan gelekî xemgîn dibû û wiha axivî:
"Li Iraqê me şerekê naxweyî yê mezhebî dît û hemû teref mexdûr bûn. Li welêt di navbera salên 2006 û 2009an da bijîjk, pîlot, hiqûqnas û akademîsyên jî di nav de bi sedam insan hatin kuştin. Wê çaxê kuştine mirovan bibû mode. Min xwest dengê fîşengan bi dengê muzîkê ra biguherînim."
Kazim got ku wî ji ber vê xwest ku çeka xwe ya şexsî vegerîne amûreke muzîkê û wiha dewam kir:
"Em bê çare bûn, min neşiya tiştekî bikin. Paşê ev fikir ket serê min. Ez çûm sûkê û min ji xwe re qutiyeke muhîmatê kirî. Paşê min têlên ûdê lê zêde kirin û bi alîkariya merengoz min çeka xwe vegerande amûra muzîkê. Min çek ji wezîfeya kuştinê vegerande amûreke aştiyê."
-"Bila êş û şerên li dinyayê biqedin"
Kazim got ku ew niha bi amûra xwe ya muzîkê stranê Ummu Gulsum û Feyruzê lê dide û wiha axivî: "Li welat û hemû dinyayê ev şerên tên kirin bila êdî biqedin. Bona xatirê dayîk û êtîmên wan bila aştiyê bikin. Ev şîdet bila bisekine û hemû çekên keleşan bibine amûrên aştiyê."