Önder Beyter
23 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2019
Li Guroymaka navçeya Bidlîsê 12 mamosteyan, dîwarên dibistana ku lê peywirê dikin û herwiha bankên li hewşa dibistanê boyax kirin û paşê derketin betlaneyê.
Mamosteyên Dibistana Seretayî ya Ozkavakê ku 16 kîlometre dûrî navenda navçeyê ye, piştî ku pêvajoya semîneran kuta bû, dîwarên dîbistana ku 9 polên wê hene bi kulîlk û karakterên fîlmên karton xemilandin.
Mamosteyan herwisa bankên li hewşa dibistanê jî boyax kirin, dibistan ji bo sala nû ya perwerdeyê amade kirin û wisa derketin betlaneyê.


Midûrê Dibistanê Mehmet Oner di daxuyaniya xwe da diyar kir ku mamoste her sal seferber dibin da ku kêmasiyên dibistanê temam bikin.
Oner bal kişand, ji bo ku dibistan ji bo sala nû ya perwerdeyê amade bibe, ji destê wan û ji destê mamosteyan çi hat, wan kir û herwiha gava xelkê gund jî çav pê ket, kêfxweş bûn û mamoste pîroz kirin.
Mamosteya polê Filiz Vuralê jî diyar kir ku ew û mamosteyên hevalên wê gelekî hewl didin da ku xwendekarên wan di dibistaneke baş da perwerdeyê bibînin û wiha dewam kir:
"Mamostetî bi tenê nîşandana dersan nîne. Divê mirov ji zarokan hez bike û ji wan fêm bike. Gava em xwendekar bûn, derfet hindik bûn. Ji ber vê çendê jî me xwest ku ev zarok mîna me di nav şertên ne qenc da nexwînin. Îja me devmilên xwe qat kirin û bi derfetên xwe dibistana xwe boyax kir. Ew ken û kêfa li ser rûyê xwendekarên me jî têra me dike. Heta ji destê me tê em dixwazin zarok şad û bextewar bin."