Önder Beyter
03 Nîsan 2018•Rojanekirin: 06 Nîsan 2018
ADIYAMAN
Fîrmayeke bûkaniyê ku li Stenbolê fealiyetê dike, katalogên xwe li serê Çiyayê Nemrûdê li kêleka peykerên dîrokî kişandin.
Çiyayê Nemrûdê ku li Kahtaya (Kolik) navçeya Adiyemanê ye û herwiha di nava Lîsteya Kelepora Cihanê ya UNESCOyê da ye, mazûvaniya çalakiyên cur bi cur dike.
Li herêma ku wekî qada parka neteweyî tê parastin, ligel berhemên bêhempa bi xêra 2 hezar û 150 mêtro bilindahiyê va wisa tê qebûlkirin ku hilhatin û avabûna herî xweşik a tavê li vê derê tê temaşekirin. Li vê devera dîrokî anku Çiyayê Nemrûdê fîrmayeke bûkaniyê ligel 5 manken û ekîbeke 25 kesî katalog kişandin.
Di dema wergirtina wêneyan da ji ber serma û bayê mankenan car carî zehmetî kişand, lêbelê dîsa jî wextekî xweş borandin.
Xwediya fîrmayê Suna Yurtalanê di daxuyaniya xwe ku da rojnamegeran da diyar kir ku ji bo piştgirya nasandina Adiyeman û Çiyayê Nemrûdê, wan li vê derê katalogê xwe kişandin.
Yurtalanê diyar kir ku ew ligel ekîbeke 25 kesî derketin serê Çiyayê Nemrûdê û wiha dewam kir, "Em bi zehmetî hilkişiyan vir, lêbelê xweş bû. Ez wer bawer im ku wê bi kêrî nasandina herêmê were. Em ê Adiyeman û Çiyayê Nemrûdê li her derê dinyayê bidin nasandin. Li gorî qenaeta me ev wênegirtin wê ji bo kesên ku der heqê Çiyayê Nemrûdê da tu agahiyeke wan tuneye, bibe wesîleya naskirinê."
Ji mankenan Ercîl Yavuzê diyar kir ku ligel serma û bayê, wan li kêleka peykerên li 2 hezar mêtro bilindahiyê poz dan û wiha dewam kir, "Em wênegirtineke konsept pêk tînin. Em teze tên Adiyeman û Nemrûdê. Me vir pir eciband."