17 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2017
VAN
Li Wanê di şert û mercên zivistanê di sir û sermayê da ekîbên erizeya ceyranê ya AŞya Belavkirina Ceyranê ya Gola Wanê (VEDAŞ) gelekî dişixulin da ku birîna ceyranê kêm be. Tîmên erizeyê di van şertên dijwar da bi motora berfê û lekanan diçin deverên gundnîşîn.
Li Wanê li ciyên serdest ku li van deran qalindahiya berfê carna 2 mêtroyan dibîne, ekîb bona temîrkirina xetên neqla ceyranê, rêyeke zor û zehmet didin ber xwe û berê xwe didin noqteyên erizeyê. Ekîb herwiha di van şertên dijwar da heya ku diçe bi motorên berfê diçin û ji şûnda jî bi lekanan dewam dikin.
Ekîb digel serma, hişkî û talûkeya şepeyê şixulê xwe didomînin û bona xizmeta welatiyan roj û şev bênavber dixebitin.
Midûrê Herêmê yê VEDAŞê Emrullah Okducu di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku ew li xizmeta vejena Wan, Bitlîs, Hekarî û Mûş û herwiha 27 navçe û hezar û 500 deverên xwecihî yên li ser van parêzgehan mêze dikin.
Okuducu destnîşan kir ku ew di şert û mercên dijwar ên zivistanê da jî hewl didin ku welatiyan bê vejen nehêlin.
"Em bi talûkeya şepeyê rûbirû dimînin"
Îsmaîl Gonul ku yek ji peywirdarên tîma erizeyê ye, diyar kir ku ew li herêmeke herî sar ku germahiya hewayê di bin sifirê da berjêrî heya 40 pileyî dibe, xizmetê dikin û tevî zor û zehmetiyên demsalê ew hewl didin ku bênavber xebatên xwe bidomînin.
Gonul bal kişand ku di maweya şixul da ew gelekî zehmetiyê dikişînin û wiha pê da çû:
"Dema em diçin ciyê erizeyê, em bi talûkeya êrîşa ajalên çolê û şepeyê rûbirû dimînin. Heya ku diçe, em bi motora berfê, ji wê şûnda jî em bi lekanê dewam dikin. Li wir em erizeyê temîr dikin û di kurtedemekê da ceyranê berdidin. Ji ber berfê dîrek herwiha diqerisin. Digel hemû dijwariya demsalê em hewl didin ku karê xwe bikin da ku xelk bê ceyran nemîne."