Yeşim Sert Karaaslan
14 Tebax 2022•Rojanekirin: 16 Tebax 2022
Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê sibê ji bo 17 bajaran hişyariya baranê da.
Li gor texmînên Midûriya Giştî ji serê sibê pê va li qismên bakurê rojavayê welêt tavî û barana gur wê bibare.
Li başûr û rojhilatê Marmarayê li Stenbol, Kocaelî, Sakarya, Yalova, Bîlecîk, Bursa, Balikesîr, rojhilatê Çanakkaleyê, li Rojavayê Behra Reş li Bolu, Duzce, Zonguldak, Bartin, Karabuk, Kastamonu, Eskişehir û Çankiriyê, bakur û li navçeyên rojavayê Enqereyê dem demî wê baraneke gur bibare.
Hişyarî hat dayîn ku ji bo lehî, birûsk, zîpik, ba û bablîsokê bila welatî baldar bin.