Fatma Sevinç Çetin
10 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2024
Ji bo Rojhilatê Anadoluyê hişyariya berfê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê hat dayîn, ji sibe êvarê pê va li Wan, Agirî û derdora wê û başûrê Mûşê û rojhilatê Sêrtê, li Bidlîs, Hekarî û derdorên wan, li başûrê Wanê û rojhilatê Şirnexê berfeke zede tê payîn.
Li gor texmînê berf wê roja yekşemê piştî danê êvarê wê tesîra xwe kêm bike.
Ji ber berfa tê payîn ku li herêmê sê rojan li ser hev bibare, seba cemed, qerm û çûyîn û hatina wesayîtan hişyarî hat dayîn. Her wiha ji bo talûkeya şepeyê jî hişyarî hat dayîn.