Hamdi Dindirek
29 Îlon 2024•Rojanekirin: 30 Îlon 2024
İSTANBUL (AA) - Li Stenbolê tê payin ku bi şev baraneke gurr bibare.
Li gor daxuyaniya navenda Meteorolojiyê ya 1emîn Midûriyeta Herêmê ya Texmîn û Îqaza Pêşwext, li Stenbolê wê îşev bareneke gurr bibare.
Tê texmînkirin ku baran heta sibê serê sibê wê dewam bike, dibe ku lehî rabe, birûsk bikeve û di çûnûhatinê da astengî çêbe. Ji bo welatiyan hişyarî hat dayin ku baldar bin, tevdîran hildin.