Türkan Tosun
08 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2020
Bajarê Îdirê ya ku ji hêla mişmişan va yek ji wan navendên girîng ê Tirkiyeyê ye berhevkirina mişmişan ji hêla karkerên demsalî va tê kirin.
Li Îdirê li ser qadeke 39 hezar donimî darên mişmişan hene ku niha karker wan berhev dikin.
Îsal bendê ne ku 40 hezar ton mişmiş bê berhevkirin.
Ji ber avûhewaya Îdirê germahiya wê hin caran ji 35 pileyî zêdetir e lê dîsa jî karkerên demsalî yên ku bi malbatên xwe va ji bajarên din tên vir mişmişan berhev dikin û wan bar dikin wesayîtan dişînin bajarên din ku bên firotin.
- "Bi saya karkerên ji derva tên karê me rehettir dimeşe"
Musa Demirciyê baxçeyê wî yê mişmişan heye ji nûçegihanê AAyê ra got bi saya karkerên demsalî karên wan rehetir dimeşe û wiha axivî: "Mişmiş heke di nav 15 rojan da neyên berhevkirin ji daran diweşin. Bi saya karkerên ji derva tên em bêyî ku ew biweşin berhev dikin. Bi saya karkerên ji Mûş, Wan, Diyarbekir, Konya, Bidlîs û Mersînê tên em mişmişên xwe berhev dikin."
- "Heta mişmiş xilas bibin emê li vir bixebitin"
Harun Durmazê ji Bidlîsê ji bo kar hatiye jî got berhevkirina mişmişan li Îdirê 20 rojan dikşîne û ew paşê diçin Qaxizmana navçeya Wersê û wiha dewam kir: "Em rojane 100 lireyê hildidin. Ez amadehiyan dikim ku herim eskeriyê, ji ber vê karên wiha demkî dikim."
Edanur Bekciya li Konyayê xwendekara zanîngehê ye jî got ew ji Bidlîsê hatiye ku mesrefên xwe yên zanîngehê bi vî karî va derxe û wiha dewam kir: "Ez 10 roj ewil hatim Îdirê, emê 10 rojên din jî li vir bin. Heta mişmiş xilas bibin emê li vir bixebitin."
- "Mişmişên herî baş ên li welêt li vir digihêjin"
Mehmet Saglamê ji Konyayê hatiye jî got ew 20 sal e tê Deşta Îdirê ku mişmişan tixe pakêtan û wiha pê da çû: "Mişmişên herî baş ên li welêt li vir digihêjin. Ev der ji bo min cihê debarê ye. Ez her sal têm Deşta Îdirê. Ev der Çukurovaya duyemîn e. Ji bo karkerên demsalî yên li Konyayê deriyê qezenkirina nan e."