Li Hekariyê Fahri Adiyamanê 67 salî, mozvaniya ku berî 51 salan dest pê kiriye, didomîne.
Hikmet Temeş
26 Tebax 2026•Rojanekirin: 26 Tebax 2026
photo: Hikmet Temeş / AA
HAKKARI
Li Hekariyê Fahri Adiyamanê 67 salî, mozvaniya ku berî 51 salan dest pê kiriye, didomîne.
Adiyamanê 67 salî yê li gundê Agaçdibiyê yê 20 kîlometre dûrî navendê dijî, bi dahata mozvaniya ku bi derfetên xwe dest pê kir, 6 zarokên xwe da xwendin.
Adiyamanê ku piraniya temenê xwe bi xwedîkirina mozan derbas kir, pîşeya xwe bi 180 kovanên mozên hingiv va didomîne.
Wêne : Hikmet Temeş/AA
Adiyaman ji nûçegihanê AAyê ra destnîşan kir ku wî bi rêbaza kewara reş (karakovan) dest bi pîşeya xwe kir.
Adiyaman diyar kir ku ew her roj serê sibê zû radibe û bi mozên xwe re eleqedar dibe û wiha got:
"Min ewil bi mozvaniya kewarê reş dest bi mozaniyê kir. Ez ji mozvaniyê pir hez dikim. Ez her roj serê sibê zû radibim û heta wextekî dereng bi mozên xwe ra eleqedar dibim. Min 6 zarokên xwe bi mozvaniyê dan xwendin."
Adiyaman bal kişand ku gundê Agaçdibiyê û derdora wê ji bo mozvaniyê xwedî potansiyeleke girîng e û destnîşan kir ku gihayên dewlemend û xwezaya paqij a herêmê derfetê dide hilberîna hingivê bi kalîte.
Adiyaman wiha got, "Herêma me çiyayî û bi dar û ber e. Kulîlk û darên wê navdar in. Xwezaya wê pir paqij e. Hingivê wê jî li gorî vê xwezayê pir sipehî ye."