Haydar Şahin
24 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2015
MARDÎN
Mêrdîna ku gelek baweriyên cuda bi sedan salan e lê dijîn serî lê xist ku kewên ku teqleyan diavêjin li ser bajêr bên tescîlkirin.
Serokê Komeleya Jiyandin û Parastina Kewên Mêrdînê Veysî Toparli daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku kewên ku nîşana aştiyê ne bûne wek nîşana Mêrdînê.
Toparliyê ku xweyê qasî 400 kewî ye diyar kir ku gelek cûreyên kewên Mêrdînê hene, taybetiya wan herî mezin jî teqleqvêtin e û wiha pê da çû: "Çawa ku lîstikvanên gogelingê li ciyên cuda dilîzin kewên Mêrdînê jî xwediyê taybetiyên cuda ne. Awayê firîna wan, teqleavêtina wan û hejmara teqleyên wan wana ji hev vediqetîne."
Topal destnîşan kir ku meriv nikare bihayê kewên biqelîte eşkere bike û wiha got: "Em ku kewan wek zêr, zîv û tuncê binirxînin kewên Mêrdînê zêr in."
Toparli got ku bi her bihayî kewên Mêrdînê hene û wiha axivî: "Meriv dikare bi 50 lîreyî jî kewekî bikerê lê belê em dikarin 10 hezar dolarî jî bidin kewekî. Dema ku keweke zehf rind bê dîtin meriv dikare dev ji mala xwe berde lê kewê bernede."
Toparli got ku li Mêrdînê gelek kes di mala xwe da an jî li ser xaniyê xwe kewan xweyî dikin û ji bo vî karî hesasiyet lazim e.
Toparli diyar kir ku xweyîkirina kewan tiştekî dildarî ye û wiha pê da çû: "Xweyîkirina kewan nexweşî ye. Em nexweşê kewan in. Dema ku em kewan xweyî dikin ji stresê dûr dikevin. Qasî barê dinyayê stresa meriva hebe dema ku meriv 10 deqîqeyan li cem kewan be stres diqede. Bavê min ê 100 salî dema ku min dibîna ji min zarê min pirs nake, cucikên kewên biesl dipirse."
Toparli destnîşan kir ku ji bo tescîlkirina kewên Mêrdînê serî lê xistine û wiha got: "Ji bo ku patentê bistînin me serî li Enstîtuya Patentê a Tirkiyeyê xist. Ji bo kuçikê qangalê ku patentê didin dikarin ji bo kewên Mêrdînê jî patentê bidin. Kewên Mêrdînê jî tescîlê heq dikin."
Seyyîd Sakizoglu jî diyar kir ku 15 sal e girêdayî kewan e û hemû sermayeya xwe ji bo wan xerc dike.
Sakizoglu destnîşan kir ku kewên Mêrdînê teqleyan diavêjin û wiha pê da çû:
"Li vê derê qîmeta kewên ku teqleyan navejin tunene. Mereqa me ya kewan ji dewra osmaniyan tê. Li ser deriyên xaniyên me yên dîrokî jî resmê kewan hene. Kewên biqelite tu carê nayên firotin. Wek qeysiyên Meletyeyê kewên me hene. Dema ku dibêjin Mêrdîn kew tên bîra merivan. Ji ber vê yekê em dixwazin kewên me bên tescîlkirin."