31 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2017
ERZINCAN
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê destpêka dirûna dexl û denan va operatorên makîneyên dirûn û gêreyê ji bo debara xwe dest pê kirin û wê 3 mehan bajar bajar bigerin.
Li herêma bi gihîştina ceh, genim û gîha va dirûnê dest pê kir. Ji bilî hewl û xebata cotkaran mesaiya operatorên makîneyên dirûnê û traktoran jî zêde bû.
Opetorên makîneyên dirûnê û traktorê di nav zeviyan da rojê 12 saetan dixebitin û serê donimê 100 lireyî distînin.
Operator bi şev romorkan davêjin peyê traktor û an jî makîneyên dirûnê û berê xwe didin petrolan an jî di nav zeviyan da dimînin. Operator romorkan wek malên xwe bi kar tînin û her tiştên xwe bi xwe ra digerînin. Ji bo razanê nivînên xwe, ji bo xurek tûp, firaq, kevçî û kodika xwe, ji bo şûştina firaq û cil û bergên xwe her alavên paqijiyê bi xwe ra digerînin û di romorkan da dijîn.
Heke makîneyên dirûnê û trektorên wan erize bidin jî bixwe temîr dikin. Operator heta dawiya sezona dirûnê 10 bajaran digerin û peyê nanê xwe diçin.
Kadri Şenê (33) ku li Erzincanê operastorê makîneya dirûnê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku karê wan 3 mehan didome û ew di av sê mehan da li gelek bajaran digerin. Şen diyar kir ku ew di meha gulanê da çûn Şanliûrfayê û pişt ra li 8-9 bajaran geriyane.
Şen destnîşan kir, piştî Urfa, Diyarbekir, Elazix, Erzincan, Gumuşxane, Bayburt û Erziromê herî dawî diçin Qersê û sezonê digrin û vedigerin mala xwe. Şen wiha axivî: "Em di nav sezonê da li zeviyê, li tesîsan di romorkan da radizên û radibin."