Fatih Gazioğlu
27 Mijdar 2019•Rojanekirin: 28 Mijdar 2019
Ovacika navçeya Tunceliyê bi berfa spî va xemilî.
Li navçeyê çend roj e baran dibare û hewa sar e û serê sibê jî berf barî.
Ji ber barîna berfê dar, wesayît û banên xaniyan bi berfa spî va xemilî.
Welatiyên serê sibê rabûn, derketin derva û berfa li ser wesayîtên xwe paqij kirin.
Berfa li navçeyê dibare didome. Ji ber barîna berfê gelek heywanên li kolanan ji bo xwarinê tengasî kişandin.