Sidar Can Eren
05 Gulan 2024•Rojanekirin: 15 Gulan 2024
TUNCELÎ (AA) - Li Tunceliyê bi hatina biharê ra Parqa Neteweyî ya Geliyê Munzûrê bi xwe va hat û mazûvaniya minminîkên rengîn dike.
Parqa neteweyî ku ji qadeke nêzî 42 hezar hektarî pêk tê, bi daristan, nebatên xwe yên curbebur û çavkaniyên xwe yên avê va bûye jîngeha gelek heywanan.
Parga neteweyî çar demsalan mazûvaniya turîstan dike. Bi germbûna hewayê ra li parqê cureyên hin minminîkan jî derketin holê.
Minminîk li parqê di nava nebatan da ji xwe ra difirin û neqş û nîgarên rengîn ên ser perê minminîkan balê dikişînin.
Li herêmê nêzî 130 cisnên minminîkan hatine qeydkirin.