Ali Çelik
20 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2025
Li Edremîta navçeya Wanê, piraniya rûyê Qamûşgeha Dîlkayayê cemed girt.
Li bajêr piştî ketina berfê serma çêbû û sermayê tengasî da kişandin.
Li bajêr germa hewayê bişev 10 pile ket binê sifirê û piraniya rûyê Qamûşgeha Dîlkayayê ya li navçeya Edremîtê cemed girt.
Qamûşgeh li herêmê ji qadên avî yên girîng yek e û mazûvaniya gelek cureyên teyr û tilûran dike.
Dîmena qamûşgeha ku rûyê wê cemed girt, ji hewa va hat kişandin.
Ji welatiyan Tuna Çakir diyar kir ku qamûşgeh seba teyr û tilûrên koçber, cihekî girîng e.
Çakir wiha axivî, "Rûyê qamûşgehê nêzî 5-6 santêman cemed girtiye. Piştî meşê me wêneya menzereya bêhemta kişand."