08 Hezîran 2017•Rojanekirin: 09 Hezîran 2017
BATMAN
Pirsgirêka ava vexwarinê ya Gercuşa navçeya Batmanê bi saya şaredariyê ya ku bi KHKyê ve lê şaredar hat tayînkirin hat çareserkirin.
Wekîlê Şaredar Qaymeqam Unal Koç ê ku bi KHKyê ve hatibû wezîfedarkirin pirsgirêka avê ya navçeyê ya ku 91 sal in dewam dike bi piştgiriya Bankaya Bajaran ve çareser kir.
Welatî êdî wê ji kaniya Telayê bi bîdonan ve avê nekşînin.
- "Me pirsgirêka avê ya 91 salan çareser kir"
Qaymeqam Koç ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ew kêfxweş in ku di nav 3 mehan de pirsgirêka welatiyan ya ji bo ava vexwarinê hatiye çareserkirin û wiha axivî: "Me îro pirsgirêka avê ya 91 salan a navçeya me çareser kir. Me bi xebatan ve tepsît kir ku di saniyê de 20 lître av tê navçeya me. Bi piştgiriya waliyê me ji Bankaya Bajaran me 600 hezar lire alîkarî hilda. Niha em hatin wê astê ku em dikarin di saniyeyê de 40 litre avê bidin navçeya me. Me bîreke sondajê ya nû jî çêkir. Bi saya vê me pirsgirêka avê ya 50 salî ya dahatûyê ji holê rakir."
Koç got ji ber ku ev pirsgirêk di meha remezanê de hatiye çareserkirin ew bêtir kêfxweş in û wiha dewam kir: "Ev şaredarî 3 heyam bûn di destê DBPyê de bû ya ku wan 3 heyaman de nekir me di nav 3 mehan de kir, em serfiraz in. Bi vê sîstema ku me ava kir va emê ji sedî 30 ceyranê jî tesaruf bikin ku bila badilhewa neçe. Deynê ceyranê ya navçeya me 45 milyon e, dema em didin ber hev ev ji bo me qezenceke baş e."
- Ji 14 kilometroyan av anîn navçeyê
Koç got wan av ji bîra Bariş Tepeyê ya ku nêzîkî Midyada navçeya Mêrdînê ye anîne û wiha pê de çû: "Emê bîrên xwe jî bixebitînin, em ji 14 kîlomêtroyan avê tînin navçeya me. Di sîstema otomasyonê de teknolojiya nû tê bikaranîn. Di nav 50 salan de êdî pirsgirêka navçeya me ya avê wê çênebe."