VAN
Mizgefta Horhorê ya li bajarê Wana kevnare, di Herba Cîhanê ya Yekem de ji aliyê Rûsan ve hatibû xerabkirin, piştî 98 salan nimêja cejnê hat kirin.
Li Wana kevnare bi tevahî 8 mizgeft hene, Mizgefta Horhorê jî yek ji wan e. Di sala 1915an de Wan ji aliyê Ûrisan ve hat dagirkirin û mizgeft jî hat wêrankirin. Mizgeft ji aliyê Weqfa Midûriyeta Giştî ve hat restorekirin û niha tê de îbadet tê kirin.
Piştî 98 salan ev cara yekem bû ku welatî bi Walî Munîr Karaloglû re li wir nimêja Cejna Remezanê kir. Welatî kêfxweşî û dilxweşiya xwe anîn ziman.
Piştî nimêjê Walî cejna welatiyan pîroz kir û daxuyanî da nûçegihanan û got ku piştî 98 salan, me li Mizgefta Horhorê nimêja Cejnê kir û em ji ber vê yekê gelek kêfxweş in.
Waliyê ku tayina wî derket Walîtiya Bûrsayê, dûpat kir ku ev nimêja dawî ye li vê mizgeftê dike û got: ''Pênc Remezanên min li Wanê derbas bûn. Li vir ez ji gelê Wanê xatir dixwazim. Ez dê car caran bêm li Wanê ziyareta we. Cejna gelê Wanê pîroz dikim.''
Di vê navberê de welatî piştî nimêja cejnê çûn goristanê li ser gorên xizmên xwe Qurana Pîroz xwendin û dia kirin.