Haydar Şahin
05 Hezîran 2020•Rojanekirin: 06 Hezîran 2020
Li Erdîşa navçeya Wanê pitpitkên li zevî û mêrgan vekirin dîmenên balkêş derxistin holê.
Pitpitkên ji nîşaneyên hatina biharê li herêma lê tebiî hêşin dibin balê dikişînin.
Salên berê wênekêş diçûn herêmên pitpitk lê derdikevin û wêne dikişandin, îsal jî bi normalbûna pêvajoya tevdîrên ji bo vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ra tebîethez dîsa tên ziyareta pitpitkan.
Kesên hatin herêmê di nav zeviyên sor û gevez da wêneyên hevdu kişandin.
Selahattîn Taşdemîrê welatî diyar kir ku ji ber vîrusê demeke dirêj derneketin çolê.
Taşdemîr got ku bi germbûna hewayê tebîet bi ser xwe va hat û wiha axivî: "Dibê meriv li van deran bihere. Soraya pitpitkan û hêşinaya Behra Wanê bi hev ra zehf xweş xanê dikin. Ji ber ku demeke dirêj di mal da man em hesreta tebîetê mabûn."
Esma Unluyê jî got rewşeke rengrengî derketiye holê û bangî tebîethezan kir ku bira werin dîtina zeviyên pitpitkan.