İbrahim Atmaca
17 Adar 2020•Rojanekirin: 22 Adar 2020
Pîrejinên ku li Herêma Başûrê Rojhilata Anadoluyê dijîn gotin ku xwarin û vexwarina siruştî û jiyana lebat emrê wan evqasî dirêj kir.
Zehra Çîçeka 105 salî li Şanliurfayê dijî û diya 4 zarok û pîrika 26 neviyan e. Seranserê jiyana Çîçekê li gund derbas bûye, lê ji ber ku mêrê wê par wefat kiriye, hatiye bajêr û li cem zarokên xwe dimîne.
Çîçekê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wê di jiyana xwe ya gund da xwarinên ku bi xwe çêdikirin, dixwar û wiha dewam kir, "Me li gund nanê xwe yê ji genim bi xwe peht, mastê xwe bi xwe çêkir, ji tiriyan dimsê xwe bi xwe çêkir û me şorbeyên wek nîsk û dew xwar. Me dîsa zerzewadên xwe bi xwe danî û ew xwarin. Ji ber ku me timî hereket dikir û xwarinên siruştî dixwar, loma em emrekî wiha bi sihhet kir."
Zehrayê diyar kir, ji ber ku wan li gund kar û bar zêde dikirin jî jiyaneke wan a lebat hebû û ew derekê nedisekinîn.
Fatma Ozdena 116 salî jî li Adiyemanê dijî, diya 7 zarok, pîrika 32 nevî û 15 nevîçirkan e.
Ozdenê jî daxuyanî da nûçegihanê AA û diyar kir, ji ber ku mêrê wê 30 sal berê mir, wê ji gund koçî bajêr kir. Ozdenê jî got ku ew bi xwarin û vexwarina siruştî va derket vê rojê û dema ku li gund dima jî di zeviyê da pir xebitî.
Fatma Ozdenê got ku dims û rûnê nivîşk qet li ser sifra wê kêm nebû û wiha dewam kir: "Raza emrê dirêj û bi tendurist, xwarin û vexwarina siruştî ye. Me timî xwarin û vexwarina siruştî xwar. Me pir pincar dixwar. Feydeya pincarê pir zêde ye."