Türkan Tosun
14 Adar 2019•Rojanekirin: 18 Adar 2019
Li Wanê qeşeya Gola Bendavê ya Zernekê heliya, masîgiran jî dest bi girtina masiyan kirin.
Gola li navçeya Gurpinarê ya ku 105 milyon metrekup ava wê heye zivistanê ji ber sermayê qeşa girtibû.
Ji ber ku hewa germ bû qismeke mezin a qeşayê ya li ser rûyê golê heliya.

Masîgirên herêmê li cihên ku qeşa heliyaye masiyan digrin û difroşin.
- "Em li wê cihê ku heliyaye masiyan digrin"
Masîgir Mîthat Dogal ji nûçegihanê AAyê ra got ew 21 sal e li devê golê masiyan digre û bi firotina wan debara xwe dike.
Dogal wiha axivî: "Qismeke golê hê qeşa girtiye. Lê qismeke wê ji ber hewaya germ heliya. Em li wê cihê ku heliyaye masiyan digrin. Li gor texmîna min heta meha nîsanê wê ancax bihele."
Masîgir Hikmet Dogal jî got ew zivistanê jî masiyan digrin, lê îsal ji ber ku qeşa bi têra xwe necemidiye wan nexwestiye ew karekî bitalûke bikin û ji ber vê li cihên qeşa heliyaye ew masiyan digrin.

- "Em di hefteyê da 3 rojan masiyan digrin"
Dogal wiha axivî: "Em di hefteyê da 3 rojan masiyan digrin. Her carê 15-20 kîlo sazan û masiyên ala tên. Em wan difroşin û debara xwe dikin."
Wêneyên gola ku qeşaya wê heliyaye ji esman hat kişandin.