Fatih Gazioğlu
20 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2018
ESKÎŞEHÎR
Li Eskîşehirê otobêsekê qeza kir û 11 kes mirin û 44 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, otobêsa saziya Kartallerê ya bi pîlaqeya 06 FL 644 a ku nasnameya ajokarê wê hê nehat tesbîtkirin û ji Enqereyê rewî dibirin gera Bursayê li ser rêya Eksîşehir-Bursayê di kîlometreya 3emîn de ji rê derket û li daran qelibî.

Di encama qezayê da 11 kes mirin û 44 kes jî birîndar bûn. Tîmên Serwêsa Acil a 112ê kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
Ozdemir Çakacakê Waliyê Eskîşehirê û Engin Dinçkazayê Midûrê Ewlekariya bajêr li dewsa bûyerê lêkolîn kirin û birîndarên li nexweşxaneyan ziyaret kirin
Çakacakê Waliyê Eskîşehirê piştî qezayê daxuyaniyek da nûçegihanan û got ku serê sibê li ser rêya Eskîşehir û Bozuyukê qezayeke mezin çêbû û wiha axivî:
"Di qezayê de 11 kes mirin, 44 welatiyên me jî birîndar bûn. Tedawiya welatiyên me li nexweşxaneyan dewam dike. Rewşa birîndarên me baş e. Ez ji kesên ku mirine rehmetê dixwazim û Xwedê şifayê bide birîndarên me. Ev kolan bi ronahî bû. Min û midûre me yê ewlehiyê rê kontrol kir û me li ser rê tu cemed nedît. Ji ber vê dibe sedem tiştekî din dibe. Hevalên me li ser sedema qezayê lêkolînê dikin. Dozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin. Şofêr hatin binçavkirin."