ANKARA
Li Tirkiyê nêzîkî 17 saetan rojî tê girtin lê li welatên Îskandînavyayî ev yek digihîje 21 saetan. Rojiya herî kurt jî bi 9 saet û 20 deqîqeyan li Arjantînê tê girtin.
Li dinyayê bi giştî ji milyarek û nîvê zêdetir misilman, li gorî dirêjiya roja welatê xwe rojî digrin. Rojîgirtina herî dirêj li welatên Îskandînavyayî ye. Li Reykjavîka paytexta Îzlandayê 21 saet û 13 deqîqe, li Helsînkiya paytexta Finlandiyayê 19 saet û 50 deqîqe, li Stockholm, Oslo û Kopenhagê jî 19 saet û nîvan rojî tê girtin.
Li Moskovaya paytexta Rusyayê 18 saet û 37 deqîqe, li New Yorka paytexta YDEyê 16 saet û 21 deqîqe, li Ottawaya paytexta Kanadayê jî 18 saet û 23 deqîqeyan rojî tê girtin.
-Rojiya herî kurt li başûrê dinyayê ye
Ji ber ku rojî rastî havînê hat, dema rojiyê li welatên başûr, ji yên bakur kurttir e.
Rojiya herî kurt li başûrê Şîlî û Arjantînê tê girtin.
Li Qahîreya Misrê 14 saet û 52 deqîqe, li Xazzeya Filistînê 16 saetan rojî tê girtin. Rojî li Bêrûdê 14 saet û 20 deqîqe, li Şamê 15 saet, li Bexdayê 14 saet û 15 deqîqeyan tê girtin.
Li Pekîna Çînê 12 saet, li Berlînê 17 saet û 6 deqîqe, li Parîsê 26 saet û 36 deqîqe, li Londrayê jî nêzîkî 20 saetan rojî tê girtin.