28 Îlon 2016•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2016
BÎTLÎS
Gundparêz Tuncer Kataşê ku li Bidlîsê ji hêla rêxistina terorê PKKê ve hat şehîdkirin li du xwe 9 zarok hîştin.
Tuncer Aktaş di 1ê hezîranê li taxa Zeydanê di êrîşekê de hat kuştin û êşa malbata wî kêm nabe.
Birayê wî Teyfîk Aktaşê ku bi dildarî gundparêziyê dike ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku jê 5 qîz 9 zarokên Tuncer Aktaş li dû wî mane û wiha axivî: "6 zarokên min hene, em hene. Heta ku leşker, polêsên me hebin, em hebin, em bihustek axa xwe jî nadin tu kesî. Em welwtê xwe û alaya xwe hez dikin. Dewleta me, hikûmeta me can û xwîna me ye. Me ji bo Tirkiyeyê can û xwîna xwe da. Heta xwîna me ya dawînîn em gavekê paş ve navêjin.Agir cihê ku dikeve dişewitîne. Canê me çû. Birayê min 41 salî li bin axê dirêjkiriye. Şehîdbûn nabe nesîbê her kesî, Xwedê bike para me jî."
- "Li me xwedî derdikevin"
Aktaş got ku ew dixwazin ev bûyer êdî di demek kin de biqedin û wiha dewam kir: "Xwedê zewalê nede dewleta me. Xwedê ji Serokomarê me, Sererkanê me, ewlekariyê, gundparêz û hemû misilmanan razî be. Mehaneya şehîdê me hê nehat dayîn, ji bo vê benda îdianemeyê ne. Li me xwedî derdikevin. Halê me dipirsin. Ez her 2 zarokên birayê xwe sibehan dibim mektebê û êvaran tînim. Ji ber ku rê li talukene ez dixwazim ew di yurdê de bimînin. 5 qîzên wî diçin mektebê. Em nikarin herin Bidlîsê, rêxistin li ser rê disekine. Ez nikarim bi wesayîta xwe ve herim û bêm. Ez ji dewleta me dixwazim ku bila tevdîrên ewlehiyê zêde bikin."