Yılmaz Kazandıoğlu,Sabri Yıldırım,Necmettin Karaca,Hikmet Temeş,Ali Çelik
22 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2022
Rêya 235 wargehên Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê ji ber berf û bagerê hat girtin.
Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da hat diyarkirin ku berf û bagerê rêya 94 wargehan girt.
Ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyên girtî, paqijkirina rê û dirbên nav bajêr dixebitin.
Li Qoxapinara taxa Erdîşê Cemal Gulerê nexweşê dil bi xebata ekîbên tenduristiyê û paqijkirina berfê va rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ridvan Çevîk.
- Hekarî
Li Hekariyê ji ber berf û bagerê rêya 52 gund û goman hat girtin.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyên girtî dixebitin.
Ekîbên li Girê Şekurê yê li 2 hezar û 800 mêtro bilindahiyê dixebitîn rê vekin gelek zehmetî kişandin. Li herêmê qalindahiya berfê derketibû 2 mêtroyan.
- Bidlîs û Mûş
Li Mûşê ji ber berfê û bagerê rêya 39 gundan hat girtin.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyên girtî bênavber dixebitin.
Li hin ciyan qalindahiya berfê digihêje 2 mêtroyan, li herêmên bilind xanî wesayît di binê berfê da man.
Sabrî Yondemê ji gundê Yuxariyongaliyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku îsal zivistan zor derbas dibe.
Yondem got 2 roj e ji ber baranê nikarin derkevin derva û wiha axivî: "Rê û kuçe girtîbûn. Me nikaribû em heywanên xwe derxin derva û me di hundir da alif kir. Li gund 2 roj e jiyan sekiniye."
Li Bidlîsê jî ekîb ji bo vekirina rêya 50 gundan dixebitin.
Ekîbên şaredariyê jî rê û peyarêyên nav bajêr paqij dikin.
Li rojhilatê rêya 336 gund û goman ji ber berfê girtî ne
Li Elezîz, Sêrt, Batman û Şirnexê ji ber berf û pûkê rêya 336 gund û goman hat girtin.
Li gor agahiyên ji Midûriyeta Xizmetên Gihandin û Rê ya Îdareya Taybet a Bajêr a Elezîzê hat hildan ji ber berfê li navendê rêya 36 li navçeyan jî li Baskîlê rêya 20, li Axinê rêya 8, li Alacakayayê rêya 2, li Aricakê rêya 3, li Medenê rêya 14, li Qereqoçanê rêya 7, li Kebanê rêya 11, li Qovancilarê rêya 22, li Paloyê rêya 7 û li Sîvrîceyê jî rêya 22 gundan ji ber berfê hatin girtin.
Li seranserê Sêrtê jî ji ber berfa car caran lê dike li navçeya Şîrvanê rêya 12, li Pewariyê rêya 6, li Erûhê rêya 5, li Baykanê rêya 3 û li Kurtalanê jî rêya 3 gundan ji çûn û hatin ra girtî ne.
Li Batmanê jî ji ber berfê rêya 70 gund û 76 goman, li Şirnexê jî rêya 5 gund û 4 goman girtî ne.
Li her çar bajaran jî ji bo vekirina rêyan ekîb bi şev û roj li ser karê xwe ne û dixebitin.
Berfê rêya 127 wargehên 3 bajaran girt
Li Erzirom, Tuncelî û Îdirê ji ber berf û bagerê rêya 127 tax û gundan hat girtin.
Ji ber rewşa hewayê û berfê li Erziromê rêya 88 taxan hat girtin.
Ekîbên Şaredariya Bajêr Mezin ji bo vekirina rêyên girtî bênavber dixebitin.
Berf û bagerê li Tunceliyê rêya 32 gundan li Îdirê jî rêya 7 gundan girt.
Ekîbên rêbejayê û Îdareya Tabet a Bajêr seba rêyên girtî vekin dixebitin.
Wekî mayîn ji duh vir da ekîban rêya 423 taxên Erziromê, 82 gundên Agiriyê, 50 gundên Tunceliyê, 2 gundên Îdirê, 6 gundên Erdexanê, 5 gundên Qersê vekirin.
Li Adiyemanê berf û pûkê rêya 605 gund û goman girt
Berf û pûka zêde bi tesîr bû li Adiyemanê rêya 141 gund û 464 goman ji çûn û hatinê ra girt.
Li gor daxuyaniya Îdareya Taybet a Bajêr berfa ji bi şev da bi tesîre rê û kolanan girt û ji bo vekirina rêyan jî hewl tê dayîn.
Ji ber berfê li navenda Adiyemanê rêya 169, li Çelîkxanê rêya 39, li Samsatê rêya 22, li Besniyê rêya 53, li Golbaşiyê rêya 20, li Sîncîkê rêya 66, li Kehtayê rêya 126, li Gergerê rêya 110 gom û gundan ji çûn û hatinê ra girtî ne.