TÛNCELÎ
Rêyên Tûncelî-Pulumur û Tûncelî-Ovacikê yên ku Walîtiya Tûnceliyê ji bo ku pêşîlêbirîn, wesayîtşewitandin, xesp, tehdît û êrîşên çekdarî bibire ji çûyîn û hatinê ra girtibû îro hat vekirin, êdî welayî bi rihetî diçin û tên.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, li hin ciyên rêyên Tûncelî-Pulumur û Tûncelî-Ovacikê yên ku ji ber bûyerên terorê ji çûyîn û hatinê ra hatibûn girtin piştî tevdîrên ewlehiyê îro hatin vekirin.
Walîtiya Tûnceliyê ji bo ku pêşîlêbirîn, wesayîtşewitandin, xesp, tehdît û êrîşên çekdarî bibire di 29ê tebaxê da rêya Qereqola Şehîtmemed-Pulumurê ya li ser rêbejaya Tûncelî-Pulumur di 30yê tebaxê da jî Karşilar-Aşagitorunoba ya li ser rêbejaya Tûncelî-Ovacikê ji bo demeke kurt ji çûyîn û hatinê ra girtibû.