Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci
02 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2025
Li Sariqamîşa navçeya Qersê ji bo bîranîna eskerên ku di Hereketa Sariqamîşê ya dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn da ji bo rizgarkirina herêmên di bin dagirkeriya Rûsyayê da hatibûn destpêkirin da di 4-5ê Çileya Paşîn da şehîd bûbûn, amadehî bi dawî bûn.
Esker li herêmê bi taybetî li Çiyayên Allahuekber û Soganliyê ji ber pevçûn û sermayê şehîd bûbûn.
Di 110emîn salvegera Hereketa Sariqamîşê ya ku di Şerê Cihanê yê Yekemîn da ji bo rizgarkirina herêmên di bin dagirkeriya Rûsyayê da hatibû destpêkirin da ev esker wê bên bibîranîn.

Hereketa Sariqamîşê di 22yê Çileya Pêşîn a 1914yan da dest pê kir û di 15ê Çileya Paşîn a 1915yan da bi dawî bû ku yek ji bûyerên herî bi êş ên 140 salên dawîn e.
Ji ber salvegera 110emîn di 4-5ê Çileya Paşîn da li navçeya Sariqamîşê bi beşdariya hezaran kesî çalakî wê bên lidarxistin.

Ji bilî Sariqamîşê, li Erziromê û gelek bajarên din jî çalakiyên bibîranînê wê bên lidarxistin.
Li Sariqamîşê ekîbên şaredariyê li ser rêyan paqijî kirin, Kolana Cumhuriyetê ya ku meş wê lê çêbibe jî bi dîregên ronahiyê va hat ronîkirin.
Di çalakiyê da bernameya xweşiqitandinê, xwendina mewlûdê û meşa bi meşaleyê wê hebe.