Türkan Tosun
27 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2020
Li Samandaxiya navçeya Hatayê li 4 cihan şewat derket, lê ew hatin vemirandin.
Li Samandaxiyê li taxa Kapisuyuyê ji ber sedemeke hê nayê zanîn, şewat derket.
Tîmên Şaredariya Mezin a Hatayê û tîmên Şeftiya Rêvebirina Daristanê ya Samandaxiyê hatin cihê bûyerê.
Tîm ji bo ku şewata li nêzîkî Tunela Tîtusê ya dîrokî û Şikeftên Beşîkliyê ya ku li kêleka wê ye vemirînin xebitîn û şewat vemirandin.
Xebatên sarkirinê li herêmê dewam dikin, qadeke 4 hektarî di şewatê da zirar dît.