Hüseyin Yıldız
17 Adar 2022•Rojanekirin: 18 Adar 2022
Li ser Nevandên Tedawiya Xwê ku li navçeya Tuzlucayê di şikeftên xwê da hatin vekirin ji bo zêdetir bala mêvanan bikişînin, xebat tên kirin.
Pêwîstiya xwê ya Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji Çiyayê Xwê yê li herêmê ye tê temînkirin û ewder ji bo di qada tûrîzmê da jî derbikeve pêş mêvanan dihewîne. Di rojên dawîn da mêvanên ku bi Trêna Ekspresa Rojhilatê tên herêmê şikeftên xwê jî ziyaret dikin.
Şikeftên xwê yên li herêmê bi lembayan hatine ronîkirin û ji bo di her demsalê da balê bikşînin jî Qeymeqamtiya Tuzlucayê xebatên xwe didomîne.
Di çarçoveya xebatan da bi acenteyên gerê ra hevdîtin tên kirin û gazî fîrmayên nû dikin ku bila werin û xweşiyên herêmê bi tûrîstan bidin nasîn.
Qeymeqam Salih Çîgdem daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku mêvanên bi Trêna Ekspresa Rojhilatê va tên şikeftên xwê jî ziyaret dikin.
Çîgdemê got ku di rojên dawîn da eleqeya li ser şikeftan zêde bû û wiha domand: "Dema tûrîst tên Qersê û digerin paşê tên vê derê jî û dixwazin ji vê derê mehrûm nemînin. Bi taybetî jî em bi fîrmayên tûrîzmê ra di vê mijarê da hevdîtinan dikin."
Çîgdem destnîşan kir ku Navenda Terapiya Xwê bi qasî 80 metre di bin erdê da ye û lê tedawî tê kirin ji ber vê taybetiya xwe jî ji şikeftên li rûyê dinyê hene cihê dibe.